Dewleta Tirk malên sivîlên gundê Şergirak yê Eyn Îsayê hildiweşîne

Dewleta Tirk a dagirker malên şêniyên gundê Şergirak yê Eya Îsayê û malên li rex rêya M4 ku dagirkiriye hildiweşîne.

Li gorî çavkaniyên herêmî navê şêniyên ku malên wan ji aliyê dagirkan ve hatine hilweşandin wiha ne:

Malbata El-Ebo, Qeraca, Abdullah, Xalid Ehmed Abdullah, Kemal Mihmed Xedeb, Ehmed Abdulhemada, Mihemed Abdullah û Abdullah Ehmed Hemada.

Çavkaniyan teqez kir hilweşandina ku doh despêkirî îro jî dewam dike.

Beşek ji şêniyên herêmê ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk neçarî koçberiyê bûn jî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li kampên Girê Spî hatin bicihkirin.

Her wiha Çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan jî ragihand ku çeteyên Tirkiyê li çerxerêya alim ya Girê Spî xwepêşandan li dar xistin û xwestin vegerin Idlibê.

Back to top button