Desteya Jin: Divê Tirkiyê li ser binpêkirinên li dijî jinê bê darizandin

Desteya Jin di Rêveberiya Xweser de daxwaz ji dadgehên navetewî kir ku dewleta Tirk li ser binpêkirinên li dijî jinê darezîne.

Desteya Jinê destnîşan kir ku azadiya jinê bingeha sereke ya azadiya civakê ye û bang kir ku:

“Divê jin li kêleka mêr di hemû aliyên siyasî, leşkerî û sivîl de pergala hevserokatiyê di karê xwe de bike rêgezeke bingehîn.

Her wiha diyar kir ku divê hemû jin li her derê dengê berxwedan û têkoşînê bilind bike û her wiha banga wekheviyê li gorî qanûnên navnetewî û mirovî kir.

Weqfeya Jîn a Jinan jî diyar kir ku bilindkirina asta tundiya li ser jinan, nîşana tirsa pergala baviksalar ji nasnameya jinan e, ji ber vê divê jin xebata xwe xurttir bikin.

Back to top button