Şandeyeke Fransî serdana Zanîngeha Rojava kir

Şandeyeke Fransî serdana Zanîngeha Rojava kir û desteka xwe ya ji bo zanîngehê piştrast kir.

Li gorî malpera zanîngehê şande ji rêveberên hin rêxistin û şaredariyên Fransa û Saziya Danielle Mitterrand ve pêk dihat.

Li ser navê şandeyê jî endama Saziya Danielle Mitterrand, Korin Morêl Darlo diyar kir ku armanca wan ji serdanê xurtkirina dostaniya di navbera gelê Fransa û Bakur û Rojhilatê Sûrî de û her wiha destekdayîna projeyên alternatîf di warê projeya JASMINES de ye.

Di wê hevdîtinê de, şandeyê nameyeke pişgiriyê ku ji aliyê gelek şaradarî, rêxistin û kesayetên navdar ve hatiye îmzakirin, radestî rêveberiya zanîngehê kir.

Back to top button