Şandeya Şengalê bi Partiya Ummet re hevdîtin kir

Şandeya Şengalê di çarçoveya rêzehevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, bi Serokê Partiya Netewî (Hizbul Ummet) ya Iraqê Mehmut El-Egêlî re rûnişt.

Li gorî zanyariyên ku endamên şandeyê dane, di hevdîtinê de li ser rewşa Iraq û bi taybet jî rewşa Şengalê gotubêj hatine kirin.

Endamên şandeyê destnîşan kir ku El-Egêlî desteka xwe ji bo şandeyê aniye ziman û diyar kiriye ku ew jî peyama Şengalê qebûl nakin.

Hevdîtinên şandeyê wê îro jî berdewam bikin.

Li gorî hat zanîn, wê şande îro serdana Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê bike.

Şandeya Şengalê, piştî îmzekirina peymana PDK û Hewlêrê ya li dijî Şengalê çûye Bexdayê û ev nêzî hefteyekê ye serdanên ji bo partî û rêxistinan didomîne.

Back to top button