Yûnanistan, Qibris û Ermenistan jî tev li boykottkirinê bûn

Li gelek dewletên Ereban, gel û rojnemevanan, kampanyaya boykotkirinê ya bi navê “Bêhna xwînê ji kelûpelên Tirkiyê tê”, pêşwazî dikin. Piştî Siûdiyê, gelek welatên Erebî û Yûnanistan, Qibris û Ermenistan ji tev li boykotkirinê bûn.

Piştî şirketên Siûdî hawirdekirina hemû berhemên Tirkiyê boykott kir, pêngava boykottkirinê û fişarên aborî li ser Tirkiyê zêdetir dibin.

Piştî Siûdiyê, Misir û Tûnisê, gelek dewletên nû jî, weke Yûnanistan, Qibris û Ermenistan tev li boykottkirina kelûpelên Tirkî bûn.

Ev boykott, di encama siyaseta dijminahiyê ya dewleta Tirk de tên kirin.

Ciwanên wan welatan, dirûşma pêngava Siûdiyê ya boykotkirinê, dizîvirînin zimanên xwe.

Di dîmenekî de, pankartên piştgiriya pêngava boykotkirinê daliqandî ne, li Ermenistanê jî gelek bazarên mezin ji berhemên Tirkî vala dibin.

Haştaga Pêngava Gelêrî ya Boykottkirina Kelûpelên Tirkî, ya herî zêde ye ku li ser Twîtterê belav bûye û bi lez gihîşt gelek dewletên din ên Ereban; mîna Îmarat, Misir, Mexrib û Lîbya.

Sekreterê Giştî yê Komeleya “Ragihînerên li Siûdiyê” Nasir El-Xerbî da xuyakirin ku qaseya ziyanên bigihîje aboriya Tirkiyê, wê dora 4 milyar dolarî be.

Back to top button