Dewleta Tirk êrişê Minbicê kir û welatiyek şehîd bû

Li başûrê Minbicê bi balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyek sivîl hedef girt.
Di encama vê êrîşê de welatiyek şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkîldarî êrîşê agahî parve kir.

“Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker saet di 18:30`an de erebeyeke sivîl kiriye hedef.

Di encamê de welatiyê bi navê Ebdulwehab El Hec Hemêdî yê ji gundê Xarûfiyê birîndar bûye.”

Navendê eşkere kir ku welatiyê birîndar bibû tevî hemû hewldanan nehatiye xilaskirin û jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button