Dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye didome

Bendên kontrolê yên hikumeta Şamê nahêlin madeyên sererastkirinê ya binesaziyê derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin.

Hikumeta Şamê dorpêça ku li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ji zêdetirî 10 mehan ve ferz kiriye didomîne.

Ew nahêle sotemenî, derman û madeyên jiyanî yên bingehîn derbasî her du taxan bibin.

Piştî erdheja 6’ê Sibatê, li her du taxan xesar li gelek avahiyan bûn.

Ji ber dorpêçê jî madeyên pêwîst ji bo sererastkirina wan avahiyan, derbasî taxan nabin.

Ev jî jiyana welatiyên her du taxan dixe xetereyê.

ku ji zêdetirî 35 rojan ve hikumeta Şamê nahêle ev made bikevin her du taxan nexasim boriyên kanalîzasyonê.

Back to top button