Li gundewarê Dêrazorê 2 mirên çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Li heremê têkoşîna li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê didome.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand hêzên wan li Dêrezorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê 3 operasyon pêkanîn û di encamê de 2 mîrên DAIŞ’ê hate girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî operasyonên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de derbarê operasyonê ev tişt hat gotin:

16’ê Gulanê hêzên me di çarçoveya şopandina şane û rêxistinên çeteyan de, bi ser hin malên bi guman de girt.

Ev serdegirtin bi şêwazê 3 operasyonan li gundewarê Dêrazorê ji aliyê HAT’ê hat pêkanîn.

Di encama van operasyonan de 2 jê mîrên çeteyên DAIŞ’ê bi giştî 3 çete hatin girtin.

Hêzên ewlekariya hûndirîn di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelên heremê kir ku dem kesên bi guman tevdigerin dîtin, navenda herî nêz a hêzên ewlehiyê agahdar bikin.

Back to top button