Kongreya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hilbijartina hevseroketiyê û bi encamnameyekê bi dawî bû.
Doh 1’emîn Kongreya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi ruhê şehîdan em ê şerê gel ê şoreşgerî bi pêş bixin û azadiya Rêber Apo pêk bînin” li dar ket.
Piştî nîqaşên berfireh delgeyana rêziknameya meclisê erêkirin û bi encam namekyek kongreya xwe bi dawî kirin.
Hin xalên encamnameyê wihane:
“Meclisa Malbatên Şehîdan Rêber Apo, rêberê konfedraliya demokratîk dibîne û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî tê dikoşe.
Meclisê li ser têgeha neteweya demokratîk “biratiya gelan” ava dibe û armanc dike ku têkiliyên malbatî li gorî nirxên exlaqî û siyasî yên civakê bin.
Lidarxistina dewreyên pîşeyî û ziman ji bo zarokên şehîdan di havînê de.
Çareserkirina pirsgirêkên malbatên şehîdan ên bi saziyên din re erka meclisê ye.
Di dawiya kongreyê de, Rêzan Gulo û Fatme Mihemed ji bo hevserokatiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hilbijartin.
https://ronahi.video//v/JPhRoa