Piştî Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok ragihand ku dewleta tirk a dagirker nameyên gefa kuştinê dane Rêber Apo, metirsiya derbarê jiyana wê de zêdetir dibe.
Li ser vê yekê KCDK-Ewropayê bi daxuyaniyeke bang li gel kir ku heta derbarê tenduristî û ewlehiya Rêber Apo de agahiyên zelal were bidestxistin li qadan bin.
Kongreya Gel a Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) têkildarî tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo daxuyaniyek weşand.
KCDK-Ewropayê bi bîr xist gelê me û hêzên demokrasiyê ji bo tenduristî û ewlekariya Rêber Apo gelekî hestiyar in û wiha got:
Rêber Apo herî dawîn di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîbû û niha tu agahî jê nayê sitandin.
Ev helwesta dewleta Tirk a qirker, fikarên gelê Kurd û dostên wan zêde dike.
Gelê me dixwaze derbarê tendirustî û ewlekariya Rêber Apo bi lezgînî agahiyan bistînin.
Bi domdarî KCKD-E bal kişande ser nameyên gefxwarinê yên li ser jiyana Rêber Apo û ev tişt anî ziman:
Gefên jehrîkirin û mirinê fikarên me derxistiye asta herî jor.
Rêber Apo her roj rastî zext, gef û êşkenceyên dewleta Tirk a faşîst tê.
Tehdîd û tecrîda girankirî ya di şexsê Rêber Apo de, li ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê veguheriye qirkirinekê.
KCDK-Ewropayê bi bîr xist nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo nêzîkatiya li hemberî tevahî gelê Kurd e û got:
Ji ber vê yekê şaş e ku tecrîd bi tenê li dijî Rêber Apo were dîtin.
Kongreya Gel a Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) di dawiyê de li dijî tecrîdê bang li Konseya Ewropa û CPT’ê kir ku bikevin nava liv û tevgerê.
Her wiha bang li gel jî kir ku heta derbarê tenduristî û ewlehiya Rêber Apo de agahiyên zelal were bidestxistin li qadan bin.