Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bang li hemû gelan kir ku têkoşînê mezin bikin û Rêber Ocalan bi tenê nehêlin.
Hevserokê PYD’ê têkildarî agahiyên ku endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de parve kirine, axivî.
Salih Muslim got:
“Em li hember agahiyên ku hevrê Sabrî Ok bi bîr xistine, şoq man.
Rastiyek heye ku her kes û Tirkiye jî pê dizane. Rastî ev e ku hebûna gelan girêdayî hebûna Rêber Abdullah Ocalan e.
Lewma, dewleta Tirk bi hemû rêbazan dixwaze tecrîda li ser Rêbertî giran bike.
Heta niha derbarê rêbertî û rewşa wî ya tenduristî de, tu agahî nîn in.
Hevserokê PYD’ê weha domand:
Tiştê girîng girêdana me bi têkoşînê re ye. Gel çiqasî têkoşîna xwe di hemû aliyan de mezin bike, em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin.
Muslim ev tişt got:
“Dijminê me ji hemû nirxên mirovî bê par e, zarok û jinan qetil dike, komkujiyan pêk tîne û çekên kîmyewî bi kar tîne, dikare Rêbertî jehrî jî bike.
Muslim bang li tevahî gelan kir ku li gorî hesasiyeta mijarê tev-bigerin, serî hildin û Rêber Ocalan bi tenê nehêlin.