Kombûna Jinan a Zenûbya nameyên gefa kuştina Rêber Apo şermezar kir

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya bi daxuyaniyekê tecrîda li dijî rêber Apo û nameyên gefa kuştinê a li dijî wî şermezar kir û gotin, tu kes nikare îradeya me bişkîne.

Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya tevlî daxuyaniyê bûn.

Kombûnê di daxuyaniyê de pilan û tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bi tûndî şermezar kir û got:

Fikrên rêber Apo bandor li hemû pêkhateyên herêmê kir û niha gel xwe li ser vî fikrî birêxistin dike.

Taybet ku rêber Abdullah Ocalan ji bo mafê jinan her di nava têkoşînê de ye.

Lewra dewletên desthiladar mîna dewleta Tirk bi siyasetên xwe ên qirêj dixwazin vîna gel bi tecrîda girankirî bişkînin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev nameyên gefa kuştinê a li dijî rêber Apo îradeya me naşkîne.

Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku van pilanên bê-exlaqî û siyasetên qirêj ên li dijî rêber Apo rawestînin.

Her wih divê gelê herêmê taybet jin ji bo azadiya rêber Apo û şikandina tecrîdê berxwedana xwe mezin bikin.

Back to top button