KCK’ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî daxuyanî da

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker bi salane li dijî gerîla çekên kîmyewî bikartîne û da zanîn bertekên li dijî vê yekê jî mijareke wijdanî ye.
KCK’ê bang li her kesî kir ku li dijî vî sûcê mirovahiyê, dengê xwe bilind bikin û bikevin nava tevgerê.

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla û bertekên ku li dijî vê yekê hatin nîşandan daxuyaniyeke nivsîkî weşand.

“Dewleta Tirk bi salane li dijî Gerîla çekên kîmyewî bikartîne”

KCK’ê bibîrxist ku artêşa Tirk a dagirker bi salane li dijî gerîla çekên kîmyewî bikartîne û wiha got,

“Bertek û çalakiyên piştî parvekirina dîmenên şehadeta 17 gerîlayên azadiyê yên bi çekên kîmyewî, rewşeke wijdanî îfade dike.

Ev yek nîşaneya pîvan û fezîleta herî bingehîn a mirovbûnê ye.”

Komiteya Tendurustiyê ya KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişande li ser bertek û nirxandinên Seroka Yekîtiya Tabîbên Tirk Şebnem Korur Fîncanci a darberê bikaranîna çekên kîmyewî de û wiha dewam kir,

“Birêz Şebnem di daxuyaniya xwe ya derbarê bikar anîna çekên kîmyawî de gotubû,

‘Ev gazên kîmyeyî yek ji wan gazên jehrîn e ku rasterast bandorê li pergala sinirê dike û her çend qedexe be jî ev gaz di şer de têne bikaranîn.

Ji bo vê komîteya serbixwe mecbûr in ku li herêmê lêkolînê bike û peymanên navneteweyî bi cih bîne’ rastiyek îfade dike.

Ji bo vê rastiyê bidin bêdengkirin desthilatdariya Erdogan û hevkarên wê lêpirsînê didin destpêkirin. Ji bo li ser sûcên xwe bigirin wiha êrîş dikin.”

“Divê kesên xwedî wijdan li dijî sûcê mirovahiyê bikevin tevgerê”

KCK’ê ji ber van nirxandinên Şebnem Korur Fîncanci zext û êrişên desthilata AKP’ê ya li dijî wê şermezarkir û got,

“Şebnem Korûr Fincancî Seroka Doktorên Bijîşkên Tirk, pispora tipa edlî ye, li cîhanê navdar e û zanyareke bi rûmet e.

Bi perspektîf û talîmata artêşa Tirk û serfermandarê wê yê faşîst Erdogan, sûcê herî mezin ê mirovahiyê di vî şerî de tê kirin.

Daxuyaniyên Seroka TBB’ê Şebnem Korur Fincanci ku yek ji sedan kesên xwedî wijdan e ku li dijî van sûcan derketiye, watedar û bi nirx e.”

Komîteya Tenduristîyê a KCK’ê di dawiyê de bang li her kesê ku xwedî wijdan kir li dijî vî sûcê mirovahiyê, dengê xwe bilind bikin û bikevin nava liv û tevgerê.

Back to top button