Ji kantona Girê Spî ya dagirkirî 2 jin hatin revandin

Dewleta tirk a dagirker sucên dermirovî û revandina sivîlan li herêmên dagirkirî didomîne. Dewleta Tirkî 2 jin ji kantona Girê Spî ya dagirkirî revandin.

Ajansa Nûçeyan ANHA’yê diyar kir ku piştî MÎT’a Tirkî bajarokên Siluk û Turkmanê yên Girê Spî, dorpêçkir ji gundewarê kantona dagirkirî, 2 jinên bi navê Emîne El-Hebîb û Ebîr Hisên El-Îsa revandin.

Li gor agahiyan, leşkerên Tirk her du jinên revandî birin baregeheke leşkerî û heya niha çarenûsa wan ne diyar e.

Li gelek zindanên dagirkeriyê yên li kantona Girê Spî,jin bi awayekî hovane tên êşkencekirin.

Back to top button