Meclisa Leşkerî ya Minbicê droneke dewleta Tirk a dagirker xist xwarê

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li eniya rojavayê bajêr droneke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker xiste xwarê. Li aliyek din jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Eyn Îsa û rêya M4 bi çekên giran topbaran kirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku digel gera zêde ya balafirên bêmirov de, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê droneke xwekuj a artêşa Tirk a dagirker di saet 06:00’ê vê êvarê de li eniya rojavayê Minbic ê gundê Boxaz xiste xwarê.

Navendê da zanîn ku dronê mayîn hilgirtibûn û hewl dida armancên diyar hedef bigirta, lê hêzên leşkerî ew xiste xwarê.

Di vê hefteyê de gerek zêde ya balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li herêmê heyne..

Beriya niha bi çend saetan jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Cidêdê, Muelek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 yên Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.

Lê heta niha encamên topbaranê nehatin zanîn…

Back to top button