Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Desteya Çand û Hunerê û Desteya Perwerdê û Fêrkirinê yên herêma Efrînê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser başûrê Kurdistanê meşek li dar xist.
Bi hezaran mamoste, endamên Desteya Çand û Hunerê, Hîlala Zêrîn, Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê, li ser rêya di navbera gundê Babinis û navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê de kom bûn û meşiyan.
Di meşê de alên PKK’ê û pankartên “Werin cenga azadiyê li dijî xiyanetê û dagirkeriyê”, “Gerîla pêşengên me û fedekarên rastîn ên doza Kurdistanê ne” hatin hildan.
Meş ber bi qada Dibistana Ajotinê ve ya li navçeya Fafînê ve kete rê.
Piştre endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê Reşîd Silêman axivî û berxwedana hêzên gerîla li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker silav kir.
Silêman da zanîn ku ciwanên Şehbayê amade ne tev li seferberiya giştî bibin.
Li aliyekî din jî endama rêveber a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl behsa tevkariya PDK’ê bi artêşa Tirk a dagirker di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.