Şêxeşîra El-Neîm li Tebqayê: Armanc dorpêçkirina Şengalê û pûçkirina vîna Êzdiyan e

Şêxê eşîra El-Neîm a li Tebqayê Ebdurehman El-Cedû derbarê lêkirina dîwarê li Şengalê axivî û got ku armanc dorpêçkirina Şengalê ye.

Ebdurehman El-Cedû diyar kir ku dîwarê ku di navbera Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê lêkirin, planeke ji aliyê hêzên serdest li herêmê ye.

Armanca avakirina dîwar ew e ku civaka êzidî li Şengalê ji pêkhateyên din dûr bixe û hemû projeyên demokratîk ên li herêmê dorpêç bikin û wiha dewam kir;

Di sala 2014’an de deriyê sînor ji çeteyên DAIŞ’ê re vekirî bûn ku her cure zilm û komkujiyên cuda li dijî civaka êzidî pêk bînin û hêzên Iraqê li hemberî vê metirsiyê gav neavêtin û parastina civaka êzîdî nekirin.

Lê piştî rizgarkirina Şengalê bi destê PKK’ê, YPJ û YPG’ê û pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê, hêzên Iraqê dest bi lêkirina dêwarê kir.

Ebdurehman El-Cedû di dawiya axaftina xwe de peyamek ji civaka êzidî, hemû gel û eşîrên herêmê re şand ku li hemberî projeyên mêtînger ên li dijî azadiya gelan.

Back to top button