Ciwanên Helebê li dijî êrişan çalakiyek pêk anî

Ciwanên herêmê li hember êrişên li ser gerîla bihêrs in û di nav çalakiyan de ne.
Şevê din jî li gelek bajaran çalakî pêk hatin û di van çalakiyan de peyamên piştgiriya bi gerîla re hatin dayîn.

Ji roja destpêkirina êrişên Tirkiyê li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê, ciwan jî di nav de, gelên herêmê rojane li qadan in.

Şevê din Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li gelek deveran çalakî lidar xistin.

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê bi daxuyaniyekê xiyaneta PDK’ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir.

Li Şehbayê bi hezaran li dijî êrişan herikîn qadan

Li Şehbayê jî çalakî hebû.

Bi hezaran mamoste, endamên Desteya Çand û Hunerê, Hîlala Zêrîn û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê meşiyan.

Ciwanên Hesekê bi çalakiyekê êriş şermezar kirin

Şevê din li bajarê Hesekê jî bi heman armancê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê çalakiyek lidar xist.

Ciwana bi navê Sîmaf Mihemed li dijî êrişan nerazîbûn nîşan da.

Koçberê ji Serêkaniyê Beşar Mehmûd Nûrî jî dibêje:

“Em ê heta dawî piştgiriya gerîla bikin.”

Li Girkê Legê li dijî êrişan daxuyaniyek hat dayîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Girkê Legê jî şevê din daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin wê ciwanên Kurd li hember van êrişan bêdeng nemînin.

Back to top button