Şêniyên navçeya Qeladizê bi meşekî êriş şermezar kir

Li Başûrê Kurdistanê jî çalakiyên şermezarkirina êrişan û bangên nerazîbûnê bilind dibin.
Li Raperîn û Silêmaniyê çalakî pêk hatin û hevkariya PDK’ê hat şermeezarkirin.
Rojnamger û çalakvanên siyasî jî banga yekkirina helwestê li gelê Kurd kirin. FILM

Bi vê sloganê, duh şêniyên bajaroka Qeladizê yê Raperînê li dijî hevkariya PDK’ê ya di êrişên Tirkiyê de derketin.

Piştî meşê li Parka Qeladizê daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de êrişên Tirkiyê hatin şermezarkirin û banga yekîtiya hêzên Kurdî hat kirin.

Şêniyên Derbendîxan a Silêmaniyê li dijî êrişan daketin qadan

Ev der jî navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê ye.

Li vir jî bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê bi tundî hatin şermezarkirin.

Û bang li gelê Kurd hat kirin ku li dijî dagirkeriyê li her derê dakevin qadan.

Li pêş Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê çalakiyek pêk hat

Dîsa li Silêmaniyê û li ber Ofîsa Parlamentoya Iraqê, Desteya li Dijî Dagirkerî û Şerxwaziyê çalakiyek li dar xist.

Li wir parlamenterê Komela Dadgerî ya Kurdistanê yê Iraqê Soran Omer anî ziman ku êriş jiyana şêniyan li ser sînor dixe metirsiyê.

Çavdêrên siyasî: PDK eşkere piştgiriya Tirkiyê dike

Çavdêrên siyasî yên Başûrê jî banga nîşandana helwestê li xelk, partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kirin û ji wan xwest ku piştgiriya Gerîla bikin.

Xelef Xefûr: Divê helwesta me li dijî dagirkeriyê yek be

Rojnameger Xelef Xefûr jî anî ziman ku pêwîstiya Kurdan bi yek helwestiya li djî dagirkeriyê heye.

Back to top button