Li Dirbêsiyê li ser bendên peymanê nîqaş hatin kirin

Komîteya sazkirina peymana civakî derbarê reşnivîsa peymana civakî ya bakur û rojhilatê Sûriyê de civînên xwe bi beşên civakê yên cuda cuda re dewam dike.

Duh Komîteyê li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bend û madeyên reşnivîsa peymana civakî bi civînekê nîqaş kir.

Hevserokên meclis, şaredariyên navçeya Dirbêsiyê û bajarokên girêdayî wê, hevserokên saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser li navçeyê û hevserokê komînan, beşdarî civînê bûn.

Piştî ku her madeyek bi tenê hat xwendin, hin pêşniyar hatin kirin.

Nêrînên beşdaran li ser madeya ku banga rizgarkirina herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji hev cuda bûn, her wiha li ser madya 25`an a têkildarî parastinê û guhertina meclisên sivîl bo desteyan.

Di civînê de gelek pêşniyar ji aliyê beşdaran ve hatin kirin.

Li gorî endamê Komîteya Sazkirina Peymana Civakî Ekrem Hiso, pêşniyarên girîng li gel xwe qeyd kir da ku di demên pêş de pêşkêşî Komîteya Sazkirina Peymana Civakî Ya Berfireh bikin.

Ekrem Hiso her wiha destnîşan kir ku armanc ji van civînan ku reşnivîsê bi beşeke mezin ji civakê re nîqaş bikin.

Back to top button