Aktîvîstên Siyasî yên Silêmaniyê û Aktîvîstên Soran tekez kirin ku li dijî dagirkeriyê divê kongreya neteweyî were lidarxistin .
Aktîvîstên Siyasî yên Silêmaniyê li dijî karanîna çekên kîmyewî bertek nîşan dan û diyarkirinku ji ber dewleta Tirk li dijî gerîla şikestiye, lewma serî li bikaranîna çekên qedexekirî dide.
Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Hacî Azad got :
Tişta dibe bi armanca qirkirina gelê Kurd e.
Bêdengiya civaka cihê şermezariyê ye..
Aktîvîstê Siyasî Newroz Fazil jî dibêje :
“Di demekî ku bikaranîna çekên kîmyawî ji derveyî exlaq û neyasayî ye, lê civaka navneteweyî çav û guhê xwe girtiye.
Divê ji bêdengiyê derkevin ..”
“Divê kongreya netewî were lidarxistin”
Aktîvîstên Soran diyar kirin ku niha ji her demê zêdetir pêwîstiya Kurdan bi lidarxistina kongreya neteweyî heye û gotin:
Pêwîstiya me bi yekdengiyê heye.
Hizbayetiya teng û berjewendiyên şexsî ziyan gihandine Kurdan.