Şandeyeke Misirî li Terablusê bi rayedarên Wîfaqê re civiya

Şandeyeke Misirî serdana Lîbyayê kir û bi rayedarên hikumeta Wîfaqê re çend hevdîtin pêk anîn. Piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê bo Terablusê jî, defên şer dîsa lê didin û dewleta Tirk amadekariya êrîşekê li dijî hêzên Hefter dike.

Hemwextî serdana rayedarên Tirkiyê, şandeyeke Misirî ya payebilind jî berê xwe daye paytexta Lîbya Terablusê û bi rayedarên hikumeta Wîfaqê re hevdîtin pêk anîn.

Şandeya Misirî ku ji berpirsyarin istixbarata giştî, wezareta derve û komîteya Misirî ya taybet bi dosyaya Lîbyayê ve pêk tê, duh gihîşt Terablusê û bi cîgirê Serac, Wezîrên Hindir û Derve û serokerkanê hêzên Wîfaqê re civiya.

Wezîrê Hindir ê hikumeta Wîfaqê Fethî Paşaxa diyar kir ku wan bi şandeya Misirî re, xurtkirina hevkariya ewlekarî di navbera her du welatan de û destekdayîna rawestandina şer û hewldanên navneteweyî yên derbarê diyaloga siyasî, nîqaş kirin.

Li gorî Paşaxa, ev civîn di çarçoveya siyasetên Wezareta Hindir de, bi armanca xurtkirina têkiliyan bi welatên cîran re û girîngiya karê hevbeş di navbera Qahîra û Terablusê de, pêk tê.

Ji dema avakirina hikumeta Wîfaqê sala 2015’an, ev yekemîn şandeya Misirî ye ku bi fermî serdana Terablusê dike.

”Tirkiye amadekariya êrîşekê li dijî artêşa niştimanî dike”

Girêdayî heman mijarê, çavkanîne Lîbî hişyariya şerekî nêz di navbera her du aliyên Lîbî de daye.

Çavkaniyan teqez kir ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulûsî Akar di serdana xwe ya vê dawiyê de, plana Tirkiyê ya şerê li dijî artêşa niştimanî li Sêrt û Cefrayê, gihand rayedarên hikumeta Wîfaqê.

Akar hebûna xwe ya lî Lîbya bi awayekî zelal anî ziman û li xwe mikur hat ku ew ji bo berjewendiyên Tirkiyê li Lîbyayê ne.

Her wiha gefa şer jî li dijî Artêşa Niştimanî xwar.

Ev çavkanî, şer pir nêzîk dibînin û li gorî wan, dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze artêşa niştiman neçar bike ku ji nuqteyên xwe yên li Sêrt û Cefrayê bi paş de vekişe.

Back to top button