Putîn: Em bi rewşeke pir xeter re rû bi rû ne

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku ji dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve, cara pêşî bi rewşeşe bi xeter re rû bi rû dimînin.
Pûtîn, wekî din îdîa kir ku hêzên Rojavayê hewl didin Rûsya bi tememî tine bikin.

Serokê Rûsya Putîn doh li paytext Mosko beşdarî forumekê bû û behsa şerê li Ukraynayê kir.

Putîn ragihand ku ti niyeta wan a bikaranîna çekên nukleerî tine ye û got;

“Em niha di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Hêzên Rojavayî hewil didin Rûsya ji nava nexşeya cîhanê rakin û bi temamî tine bikin.

Divê ev hêzên zanibin ku ew ê nikaribin cîhanê birêve bibin û ti carî Rûsya jî têk nebin.”

Putîn: Rus û Ukraynî yek welatî ne

Serokê Rûsyayê îdîa kir ku gelên Rus û Ukraynî yek welatî ne û got;

Ukrayna welatekî çêkirî ye.

Tevgera me a leşkerî li wir mîna hatibû plankirin birêve diçe.

Raste cezayên welatên Rojavayî birîne bûn sedema zor û zehmetiyan, lê Rûsya xwedî wê hêzên ku heq jê derkeve.

Back to top button