Selah Biro bêdengiya naveneteweyî ya li hember bikaranîna çekên Kîmyewî şermezar kir

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Selah Biro bêdengiya navneteweyî ya li hember bikaranîna çekên Kîmyewî şermezar kir. 

Biro da zanîn ku dagirkeriya Tirk di êrişên xwe yên li dijî gerîlayan de, hemû çekên pêşketî bi kar tîne û got:

“Ji ber ku wê nekarî şoreşa wan vemirîne û îradaya wan a ku mafê xwe yê rewa pê diparêzin bişkîne, çekên kîmyewî li dijî wan bi kar anî.”

Biro bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.

Selah Biro bang li hêzên navneteweyî kir ku êrişên dagirkeriyaTirk ên li ser sivîl û Hêzên Parstina Gel rawestîne û sînorekî ji sûcên wê re deyîne.

Back to top button