Doh 1’emîn Mîhrîcana “Strana niştimanî” li ser dika Çand û Huner li Bajarê Tepqayê dest pê kir.
Şênî, nûnerên Rêvberiya Xweser , endamên Saziyên Sivîl, leşkerî û partiyên siyasî di mihrcanê de amade bûn ..
Li ber stranên nîştimanî, şanoyek hat pêşandan.
Hevserokê Meclisa Rêvber a Tebqayê Mezlum Omer destpêkirina mîhrîcanê pîroz kir û got:
Em bi vê boneyê serfiraz û serbilind in.”
Omer destnîşan kir ku di vê rojê de, bi destê çêkerên hêviyê û şehîdan roja azadiyê li bajêr hilat.
Di roja yekemîn a mîhrîcanê de, hunermend Nisrîn Botan stranên niştimanî bi zimanên kurdî û erebî pêşandan.
Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêvberiya Sivîl a Tebqayê xelat belav kirin.
Wê mihrican îro bidawî bibe.