Balafireke dagirkeriya Tirkiyê gundekî Pênciwênê bombebaran kir

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk ya dagirker gundê Kanî Mîran ê navçeya Pênciwênê ya parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir û hate zanîn ku şehîd û birîndar hene.

Li gor Roj Newsê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyeke payebilind a polîsên Pênciwênê, doh di saet 18:00’an de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk ya dagirker gundê Kanî Mîran ê navçeya Pênciwênê bombebaran kir.

Her wiha hate ragihand ku di encama bombebaranê de şehîd û birîndar hene.

Li gorî agahiyên ku heman çavkaniyê parve kirine, di encama êrişê de kesek şehîd bûye û kesek jî birîndar bûye.

Balafireke dewleta Tirk li navçeya Dukan a Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir

Back to top button