2 Ciwanên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve hatin kuştin

Di xwepêşandana Kurdên Kerkûkê ya li dijî girtina rêya sereke di navbera Kerkûk-Hewlêrê di encama gulebarana ji aliyê hêzên ewlekariyên Iraqê ve du ciwanên Kurd hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Piştî derketina aloziyê li Kerkûkê û kuştina 2 ciwanên kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ve, Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku bi biryara Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê biryara qedexeya derketina derve li Kerkûkê ragihandiye.

YNK’ê bang li xelkê Kerkûkê kir ku ji bo parastina aştiyê xwedî sekn bin

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanê Kurdistanê (YNK) li ser aloziya ku li Kerkûkê, kuştin û birîndarkirina welatiyên Kurd daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo pêşîlêgirtina şer, pevçûn û rijandina xwîna welatiyên Kurd hewldanên me berdewam e.

YNK’ê di daxuyaniyê de bang li xelkê Kerkûkê kir ku ji bo berjewendiyên giştî û parastina aştiye sekna xwe nîşan bidin .

Herwiha diyar kir ew li bendê ne ku hikûmeta navendî ya Iraqê di vê mijarê de berpirsyartiya xwe bînin cih.

Back to top button