Siyasetmedarên Sûri diyar kirin ku pergala Rêveberiya Xweser tekane çareseriya aloziya Sûriyê ye.
Siyasetmedar û endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdulqadir El Hisên têkildarî mijarê axifî û got:
“Li Siwêda û gundewarên wê, gel banga hilweşandina rejîmê û siyasetên wê yên çewisandinê û başkirina rewşa jiyanî dike.
Gelê Sûriyeyê beyî Rêveberiya Xweser nikare hêviyên xwe pêk bîne û ev li gotinên xwe zêde kir:
“Ew modela herî guncew ji bo xelkê Siwêdayê ye.”
Rîm Derwîş: Tenê modela Rêveberiya Xweser çareseriye
Siyasetmedar û hevseroka Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Minbicê Rîm Derwîş jî axifî û got:
“Hikumeta Şamê, rêgez û siyasetên xwe neguhertin.
Tu projeyeke siyasî ya diyar ji bo çareserkirina aloziyê li ba wê nîne.
Hîna zulm û zordestiyê bi kar tîne, mafan binpê dike.
Rîm Derwîş di dawiyê de wiha axivî: “Tenê bi rêya pêkanîna modela Rêveberiya Xweser li seranserî herêmên hikumeta Şamê û yên dagirkirî, dê gel bikare Sûriyeyê ji nû ve ava bike.