ŞANDEYA KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ SERDANA BAJARÊ TEBQAYÊ KIR

Şandeyek ji Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ bi serokatiya şêwirmendê sereke yê koalîsyonê Willam Ropak serdana herêma Tebqayê kir û hevdîtin bi rûspiyên herêmê re kir.

Şandeyek ji Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ku ji leşker û şêwirmendan pêk dihat, serdana Buroya Meclisa Lihevanînê ya Eşîreyan a bajaroka Mensûrayê ya gundewarê rojhilatê Tebqayê kir.

Di serdanê de biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê û bandora wê ya neyinî di gel gefên Tirkiyê li ser herêmê hate nîqaşkirin.

Rûspiyan, teqez kirin ku DAIŞ hîna bi dawî nebûye, gefên li ser herêmê û xeteriya şandeyên veşartî li herêmên rizgarkirî hîna jî heye.

Her wiha rûspiyan daxwaza ji şandeyê kirin ku grantiya peydakirina desteka lojîsîtk û leşkerî ji bo QSD’ê bide û li hemberî gefên Tirkiyê li ser herêmê helwesta xwe diyar bike.

Leave a Reply

Back to top button