Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî navçeya Eyn Îsayê ya kantona Firatê de zarokeke 16 salî birîndar bû.
Duh piştî nîvê şevê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.
Di encama hedefgirtina rasterast a taxên başûrê navçeyê de zaroka bi navê Dûre Xilûd El Mistefa (16) ji lingê xwe birîndar bû.
Dûre Xilûd ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyeke Reqayê.
Li gorî agahiyên malbatê dane, 3 tendonên lingê wî yê rastê qut bûne.