Îro li kampa Holê ya ku bi hezaran malbatên DAIŞ’ê tê de hene, şewatek derket. Di encamê şewatê de tenê agir bi 4 kona ket.
Di beşa 5’an a kampa Holê ya li gundewarên Hesekê de,şewat derket û 4 kon agir pêket.
Şewat ji ber papora gazê ya konekî pêk hat.
Di şewatê de tu zirarên canî çênebûn û tenê zirarên madî derketin.
Tê zanîn ku li kampa Holê bi hezaran malbatên DAIŞ’ê û penaberên ji Iraqê dimînin.