Xelkê Til Temirê şehîdên 23’yê Sibatê bi bîr anîn

Îro salvegera 9’emîn a êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî navçeya Til Temirê û gundên Xabûrê ye.
Doh xelkê navçeya Til Temirê şehîdên berxwedana li dijî çeteyan merasîma bibîranînê li dar xist.

Merasîm li Meclisa Malbatên Şehîdên Aşûrî li Til Temirê hat li darxistin.

Di merasîmê de bi dehan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şêniyên navçeyê beşdar bûn.

Di merasîmê de li ser navê Partiya Sûraya ya Demokratîk a Til Temirê hevserok Nînîl Cendowa şehadeta bi dehan welatî bi bîr anî û soza şopandina rêya wan da.

Piştre li ser navê Meclisa Parastina Xabûr endama wê Madlîn Xemîs got ku heta pêkanîna azadiyê divê têkoşînê bidomînin.

Her wiha bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Aşûrî (Natûra) rêveber Nohedar Extiyar wiha axivî:

“Êrişa çeteyên DAIŞ’ê sûcekî şer û qirkirina li dijî sivîlane.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Meclisa Ewlehiyê dikin ku komkujiyên li dijî Aşûriyan nas bikin.”

Rêveberê Meclisa Til Temirê Ehmed Heyder dawî de soza şopandina rêya şehîdan kir.

Back to top button