KNK’ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk vê cesaretê ji alîkarî û hevkariya hikûmet û desthilata PDK’ê digre.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer carek din 21’ê Sibatê li Behdînanê êrîşî xelkê sivîl kir. Di êrîşê de peşmergeyên bi navê Beşîr Omer Alî û Arîf Taha şehîd bûn.
Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da.
Konseya Rêvebir a KNK’ê anî ziman ku dewleta Tirk vê cesaretê ji alîkarî û hevkariya hikûmet û desthilata PDK’ê digre û got:
“Di van salên dawî de 1500 kesên sivîl rastî êrişên bi vî rengî bûne.
Armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker eşkere ye û diyare dixwaze bêyî ferq û cudahiyê qirkirinê bike.
Bi van êrîşan dixwaze rê li ber dagirkeriya xwe veke û heremê bide valekirin.
Diyare ev êrîşên dagirkeriyê bi dilê hikûmet û desthilata PDK’ê ye. Ji ber heta niha bertek nîşanê Tirkiyê nedaye.”
KNK’ê di dawî de bang li hemû hêzên Kurd û Kurdistanî kir ku li dijî êrîşên tirkiyê derkevin.
Encama hevdîtinên Barzaniyan bi Tirkiyê re: 2 pêşmerge hatin kuştin