“Azadiya Ocalan meseleyeke jiyanî ye”

Wezîrê Dadê yê Îzlandayê yê berê Ogmûndûr Jonasson û Yek ji endamên heyetê Parlamentera Parlamentoya Katalonyayê (CUP) Montserrat Vînyets Pages bang li dewleta Tirk kir ku dawî li tecrîda li Îmraliyê bîne, li pêvajoya aştiyê vegere û got, “Şertê destpêkê yê danûstandinan jî azadiya Ocalan e.”

Di asta cîhanî de bertekên kesên navdar ên li dijî tecrîd didome.

Wezîrê Dadê û Karê Hundir ê berê yê Îzlandayê Ogmûndûr Jonasson têkildarî tecrîda li Îmraliyê û girîngiya azadiya Rêber Apo ji ANF’ê nirxandin kir.

Ogmûndûr Jonasson anî ziman ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo pêkan e û ev nirxandin kir:

“Abdullah Ocalan û Kurdan nîşan dane ku dikarin rewşên dijwar û şer derbas bikin. Lê di heman demê de ew dikarin aştiyê jî pêk bînin.
Ev aştî tiştekî ku ne tenê Tirkiye û Kurdan eleqedar dike, pêdiviya Rojhilata Navîn e jî.
Ji ber vê yekê êdî azadiya Abdullah Ocalan û maseya muzakereyê mijareke jiyanî ye.

“Divê cîhana navnetewî dev ji duritiya xwe ya li hember Îmraliyê berdin”

Ogmûndûr Jonasson durutiya saziyên mafê mirovan ê Ewropayê beramberî tecrîdê rexne kir û got:

Kes behsa binpêkirina mafên mirovan ên kevneşopî yên Ewropayê yên li Îmraliyê ji aliyê Tirkiyeyê ve nake.
Qaîdeyên 2015’an ji bo Nelson Mandela ji aliyê NY ve hate qebûl kirin divê ji bo Ocalan jî pêk bê.
Divê cîhana navneteweyî dev ji nêzîkatiya xwe ya dualî ya li hemberî Îmraliyê berde.”

“Aşitî bi vekirina deriyê Îmraliyê pêkan e”

Ogmûndûr Jonasson diyar kir ku şert û mercên jinûve destpêkirina hevdîtinên aştiyê bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkan e û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Ji bo jinûve destpêkirina van muzakereyan şert û merc ew e ku Abdullah Ocalan li ser maseya muzakereyê rûne. Û ev mijareke wisa ye ku ez bi dil û can piştgiriyê didim.”

“Divê CPT mudaxaleya tecrîda li Îmraliyê bike”

Nûnertiya Parlamentoya Navneteweyî yek ji Parlamentera Parlamentoya Katalonyayê (CUP) Montserrat Vînyets Pages,li Parlamentoya Katalonyayê derbarê tecrîdê de axivî.

Montserrat Vînyets Pages agahî negirtin ji Rêber Apo weke êşkence pênasekir û got:

“3 sal in tu agahî jê nayê. Tu agahî, tu tiştek! Lê belê, ev rewşek e ku dikare wekî êşkenceyê were hesibandin.

Ji ber vê yekê em di 25’emîn salvegera girtina wî de ji bo dengê xwe bidin bihîstin li vir in.

Em bang li CPT dikin ku mudaxaleye tecrîda li Îmraliyê bike.”

Paolo Ferrero: Tiştên ku niha li Rêber Apo tê kirin tecrîdeke bê hiqûqî ye

Back to top button