Istixbarata dewleta Tirk 4 welatiyên Efrînê revandin

Li Efrîna dagirkerî, çeteyên dewlet Tirk a dagirker, ciwanek ji gundê Hêkiçê ya navçeya cindirsê revand.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê- Sûrî ragihand ku duh çeteyan bi gundê Hêkicê yê navçeya Cindirêsê girt û welatiyê bi navê Cemîl Zekî revand.

10’ê Cotmehê jî, Istixbarat dewleta Tirk, welatiyên bi navê Raid Mihemed Hiso(35) û hevjîna wî Cîhan (32) li bajarê Stanbolê ya Tirkiyê revandin û heya niha jî çarenûsa wan ndiyar in.

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakur Sûrî diyar kir jî ku 18’ê Cotmehê li navçeya Cindirêsê çeteyan ciwanê bi navê Murad Ebidelrehman Reîşd yê (25) revand.

Ji bo avakirina rêyekê dagiker li Cindirêsê darên zeytûnê dibirin

Li aliyê din, bi bihaneya avakirina rêyekê di navbera navenda Cindirêsê û deriya Hatayê yê Tirkiyê, dagirker darên Zeytûnê dibire.

Rêxistinê destnîşan kir ku dewleta Tirk darên zeytûnê yên welatiyên bi navê Hesen Muse, Murad Şêx Mihemed û yên Malbata Ebidelah birîn.

Back to top button