Piştî 14 rojan konferansa Avhewayê bi girtina çend biryaran bi dawî bû

Piştî 14 rojan konferansa Avhewayê duh bi dawî bû. Welatên beşdar li ser kêmkirina bikaranîna germahiya global û komirê li hev kirin. Sekreterê Giştî yê NY Guterres jî banga pêkanîna bilez a biryaran li welatên beşdar kir. Îmaratê jî ragihand ku ev konferansa bê ya 2023 wê li welatê wan pêk were.

Ji 31’ê Cotmehê ve; li bajarê Glasgow yê Skoçyayê, Konferansa 26. a Avhewayê ya NY pêk dihat.

Piştî 14 rojan, duh konferans bi girtina çend biryaran bi dawî bû.

Xalên ku di konferansê de li ser hatin lihevkirin ev bûn:

1- Ji bo germahiya global li ser 1,5 pileyî hat lihevkirin.

2- Heta 2030’an tunekirina daristanan û xirabûna axê rawestînin.

3- Bikaranîna komirê û piştgiriya ji bo madeyên fosîlî were kêmkirin.

4- Welatên pêşketî di aliyê aborî de wê piştgirî bidin welatên ku niha ber bi pêşketinê ve diçin, bikin.

Antonio Guterres: Divê biryarên hatîn girtin zû pêk werin

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di konferansê de anî ziman ku hîna xeteriya li ser cîhana me didome û got:

“Divê biryarên ku di lûtkeyê de hatine girtin bi awayekî bilez werin pêkanîn.

Ger em ji bo pêşerojê gavan neavêjin em ê nikarin pêla germahiya global bînin sifrê.”

konferansa bê wê li Îmaratê were lidarxistin

Di vê navberê de cihê konferansa bê jî hat diyarkirin.

Mîrê Îmaratê Mihemed bin Zeyd Al-Nebhan bi rêya peyamekê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragiahnd wê Konferansa 28. a Avhewayê ya NY li Îmaratê were lidarxistin.

Back to top button