Roja Cil û Bergên Kurdî

Îro 10’ê Adarê Roja Cil û bergên Kurdî ye.
Lê ne tenê di vê rojê de, di şîn, şahî, rojên taybet û bi wate de Kurd Cilên Kurdî li xwe dikin.
Ev çand jî bi keda dayîkan her zindî maye.

Dema were parastin, ne pêkane ji holê rabe.

Cil û bergên Kurdî flklora her zindî mayî.

Sîstemên desthilatdar bi qedexekirina çand û ziman xwastin Kurdan qir bikin.

Hebûna wan ji holê rakin û wan bê cih û war bihêlin.

Tevî vê rewşê, dayîkên kurdîhez ev çand parastin û her dem zindî hiştin.

Cil û bergên Kurdî yê flklor ji bo her tim di nava Kurdan de were lixwekirin, hinek dayîk di şîn, şahî û hin jî di jiyana rojane de li xwe dikin.

Bi keda dayîkan lixwekirina Cil û Bergên Hurdî her zindî maye

Dayê Hewşan bi kofî û cil û bergên xwe yê Kurdî tê naskirin.

Li ber malê bigre heya bi çûna wê ya deveran bi kultura Kurdî dijî.

81 sal in wiha tev digere.

Li her herêmeke Kurdistanê lixwekirina van cilan diguhere û di bingeh de heman rihê Kurdbûnê tê nûjenkirin.

Flklora Kurdî jî bi gelek hurguliyên xwe dewlemend e.

Ji wan keras, xeftan, şeir, kofî, îçqor, bervanek, û melesê û hwd.

Jin û dayîkên Kurd bi van datayên rengî û xweş xwe dixemilînin.

Hemû roj, rojên Kurdî û çanda Kurdî ye, lê ji bo cil û bergên Kurdî rojek taybet hatiye veqetandin..

10’ê Adarê roja cil ê bergên Kurdî ye.

Di vê rojê de, gelek kes cil û bergên Kurdî li xwe dikin, dadikevin kolanan û hin jî bi bîranîn, name û şahiyan pîroz dikin.

Back to top button