Serdana hunermendan li herêma Zînî Wertê hat astengkirin

Komek ji hunermendên başûrê kurdistanê ku xwetin serdana Zînî Wertê bikin, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin astengkirin.

Koma Hunermendan bi armanca bidawîkirina aloziyên li Zînî Wertê ketin ser rê û hatin astengkirin.

Koma Hunermendan peyam dan hemû aliyan û gotin:

Em hunermend rê nadin şerê gerîla û pêşmerge. Hemû alî guh bidin dengê gel.

Hêzên ewlekariya ya herêma Raperîn û bajarokê Serkepkan rê li hunermendan girtin û serdana wan li Zînî Wertê asteng kirin.

Li ser rêgirtinê aktivîstên hûnerî Rûber Ehmed daxuyaniyek da çapemeniyê.

Ehmed diyar kir ku ji bo ku şerê birakujî bidin sekinandin berê xwe dan Zînê Wertê lê li nuqteya ewlekariyê ya Dukan û Serkepran rê li me girtin.

Aktivîstê hunerî Kara Mehemed jî axivî û diyar kir ku berî niha wan têkildarî aloziya li herêma Zînî Wertê dest bi kampanyayekê kiribû.

Back to top button