HPG: Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê 6 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encamê de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya ku 19’ê Çileyê li Şemzînanê hate lidarxistin daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir ku gerîlayan di di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de li herêma Gerdiya ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî qereqola Newayê çalakiyeke sabotajê li dar xistin.

HPG’ê diyar kir di encama vê çalakiya serketî de 6 dagirker ceza kirin.

Back to top button