Bi nêzîkbûna salvegera 22. a komploya navnetewî a li dijî Rêber Ocalan û gelê Kurd Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropayê û Tevgera Jinên Kurdistanê yên Ewropayê bernameyên çalakiyan eşkerekirin.
KCDK-E’yê ragihand ku wê li 22 navendan di navbera 1-15 sibatê de çalakî were lidarxistin.
Di 15’ê Sibatê de bi pêşengiya TJK-E’yê jî wê li hemû welat û bajaran li pêşiya konsolosxaneyên Tirkiye û DYE mîtîng werin lidarxistin.”
KCDK-E’yê diyar kir ku di navbera 1-15’ê Sibatê de bi slogana ‘Em komployê ji bîr nakin û em ê nedin ji bîr kirin’ li hemberî komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan wê di qada navneteweyî de çalakî werin lidarxistin.
KCDK-E’yê ragihand ku
wê li22 navendan çalakî were lidarxistin.
Li hemû welat û eyaletan wê meşên dirêj ên ji bo 3 rojan were kirin.
Di heman demê de di 13’ê Sibatê de li Strasboûrgê wê meşeke dirêj û mîtîngek were lidarxistin.
Meşa dirêj a hevpar a enternasyonalîst û ciwanên Kurd di 5’ê Sibatê de ji Frankfûrta Almanyayê dest pê bike û di 12’ê Sibatê de li Strasboûrgê biqede.
TJK-E banga tevlîbûna çalakiyên li dijî komployê kir
Bi heman armancê TJK-E’yê jî daxuyaniyek da û plansaziya çalakiyên li dijî komployê ragihand
TJK-E’ê diyar kir ku bi pêşbîniya mezin û têkoşîna Ocalan hê ji roja pêşî ve ev komplo hatiye pûçkirin û got;
”Bi pêşengtiya Rêber Apo di serî de têkoşîna azadiyê ya jin, li Rojhilata Navîn pêşengî li geşedanên şoreşî kiriye. Nîşanî hemû cîhanê daye ku jiyaneke demokratîk û azadîxwaz pêkan e.”
Tevgerê diyar kir ew ê bi çarçoweya pêngava, ”Bes e ji tecrîd, dagirkerî, faşîzmê re, dema azadiyê ye” têkoşînê geş bikin û wiha bi dawî kir;
“Di serî de jin, em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku tevlî çalakiyên 23’yê Çile yên bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê bibin.”
Di 15’ê Sibatê de bi pêşengiya TJK-E’yê li hemû welat û bajaran wê li pêşiya konsolosxaneyên Tirkiye û DYE mîtîng werin lidarxistin.