2. SALVEGERA BOMBEBARANA QEREÇOX

Sibeha 25 Nîsana 2017’an, me nûçeyek bi êş bihîst.. Agahiyek ji biçûka hetanî mezinan bi hêrs kir. Ew jî Qereçox hat bomekirin bû.. Qereçox devera herî zêde li Rojava dihat hezkirin.. 20 kes di bombebarana Dewleta Tirk de şehîd bûn..Emerîka bêndeg bû..lê belê civaka li vir bi hêrs bû..Bi vê hêrsê zarokên vê civakê tola şehîdên Qereçox hildan

25 Nîsana 2017’an, ji bo her kurdekî, ne rojek ji rêzê ye.

Vê rojê, Dewleta Tirk a dagirker nema dikarî xwe li hemberî, serkeftina YPG-YPJ’ê ragiritiba.

Lewma 26 balafir li ser Çiyayê Qereçoxê yê Dêrikê firandin, û navenda fermandariya Giştî ya YPG’ê bombe kir.

Li vir navenda ragihandina YPG’ê, Radyoya Rojava, Çapxane û Saziyên leşkerî hebûn.

Di vê êrîşê de, 20 şervanên YPG, YPJ, nûçegihanên şer ên YPG şehîd bûn û 18 jî birîndar bûn.

Wê çaxê, çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Reqa tengav bibûn û hinaseyên xwe yên dawiyê li bajêr didan.

Lewma hêrseke mezin li nava civakê çêkir.

Bi bihîstina vê nûçeyê re, gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi karwanan berê xwe dan çiyayê Qereçox.

Gel êrîş weke piştevaniya çeteyên DAIŞ’ê pênase kir.

Wê çaxê fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û şandeyek Koalîsyonê çûn cihê buyerê.

Gel, berpirsiyartiya vê êrîşê di serî de girt ser, Koalîsyona Navdewletî û Emerîka.

Ne tenê ev, bi deh-hezaran şêniyên herêmê daketin qadan û dengê xwe li dijî dagirkeriya Tirk bilind kir û banga qedexekirina balafiran kir.

Her wiha çalakger, ciwanên Kurd, siyasetmedar û rewşenbîr kampanyayên Haştagê avêtin û xwestin ku herêma Cizîrê weke devereke qedexekirina ji balafiran re were avakirin.

Hêzên leşkerî yên ku şerê DAIŞ’ê dikirin jî, bertek nîşan da.

QSD’ê got,

“Tirkiyê xwest bi vê êrîşî zexta ku şervanên me bi hevkariya Koalîsyonê ser DAIŞ’ê ferz kirine, kêm bike û pêngava rizgarkirina Reqayê asteng bike.”

23 Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî bang li Koalîsyonê kir ku, herêmê li firîna balafirna qedexe bike.

Ji wê çaxê û heta niha, têkoşîna rêhevalên şehîdên Qereçox ranewestiya.

Şerê li dijî DAIŞ’ê dewam kir,

DAIŞ têk birin.

Tola Şehîdên Qereçox hat hildan.

Leave a Reply

Back to top button