Zêdetirî 3 hezar xwendekaran karnameyên xwe wergirtin

Desteya Perwerde ya Kantona Efrîn û Şehbayê karmendên dawiya sala perwerdeyê ya 2022-2023’yan li 3 hezar û 153 xwendekarên astên navîn û amadehî belav kirin.

Desteya Perwerde ya Kantona Efrîn û Şehbayê karmendên dawiya sala perwerdeyê ya 2022-2023’yan li 3 hezar û 153 xwendekarên astên navîn û amadehî belav kirin.

Li navçeya Şêrawa ya Efrînê û navçeyên kantona Şehbayê 2 hezar û 360 xwendekarên asta navîn û 793 xwendekarên asta amadehî karnameyên xwe yên dawiyê sale wergirtin.

1’ê Hezîranê desteyê karname li 13 hezar xwendekarên asta seretayî belav kiribû.

Tê payîn xwendekarên bakaloryayê dê destpêka Tîrmehê dest bi ezmûnan bikin.

Amabargoya ku hikumeta Şamê li ser kantonê fez kiriye û erdheja 6’ê Sibata borî bandoreke proseya perwerdeyê kir.

Ji ber erdhejê hinek dibistan bi awayekî qismî û hinek jî bi temamî hilweşiyan.

Di encamê de xebatên perwerdeyê demekê rawestiya, piştre jî desteyê perwerde di bin konan de dewam kir.

Back to top button