Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî ya Şengalê hate ragihandin

Li Şengalê Ji bo yekîtî û tifaqa hemû hêz û aliyên siyasî û civakî gaveke dîrokî hate pêşxistin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê, koordînekirina vegera gel û ji nû ve avabûnê û ji bo hilbijartinên Şaredarî û saziyên îdarî Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin.

Li Şengalê Ji bo yekîtî û tifaqa hemû hêz û aliyên siyasî û civakî gaveke dîrokî hate pêşxistin.

7 aliyên siyasî, civakî û çandî yên Şengalê, bi navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî tifaq û yekîtîya xwe bi daxuyaniyekê ragihandin.

Daxuyanî li navenda Şengalê hate dayîn.

Despêkê Berpirsê Malbenda YNK’ê yê Şengalê Dawûd Cindî axivî.

Dawûd Cindî diyar kir ku weke pêkhate û hêzên siyasî yên Şengalê, beriya niha li Şengalê şandeyek avakirine û wiha got;

Beşek ji aliyên siyasî bi hikûmeta Iraqê re ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan li Şengalê hin hevdîtin pêk anîn.

Di encama hin civînên me de em gihan encamê ku nêrîneke yekgirtî pêş bixin.”

Piştre Hevserokê PADÊ’ê Hisên Hacî daxuyanî xwend û ev tişt got:

“Ji bo alîkariya hikûmeta Iraqê û rêxistinên navdewletî ji bo avakirina Şengalê û pêkanîna aramiyê, me biryar da ku hêzên siyasî li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Netewî ava bikin.”

Li gorî daxuyaniyê xalên sereke yê armanca koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî a Şengalê wiha ne:

Hevkariya hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî bê wergirtin ji bo dîtina çareseriyên pêwîst ji bo koçberên Şengalê.

Beşdarî proseya avakirina rêveberiya nû li Şengalê, di nav de hilbijartina şaredarê Şengalê, rêveberên navçe û qaymeqam ku bi razîbûna gelê Şengalê bin.

Karkirina ji bo ji nû ve sererastkirina Peymana 9’ê Cotmehê li ser Şengalê.

Koordînasyon hewl dide bi alîkariya hemû ol, mezheb û neteweyên ku di herêmê de dijîn, piştgirî bide aramî û pêkvejiyana aştiyane li Şengalê.

Back to top button