Pelosi ji Serokatiya Meclisa Nûneran xwatir xwest

Hilbijartina Amerîkayê hevsengiya berê da guhertin.
Di hilbijartinên Mijdara 2020’an de, Demokratan Meclisan Nûner û Senato xistibûn destê xwe.
Lê bi hilbijartina navberê re Meclisa Nûneran ket destê Komargeran.
Seroka Meclisê Nancy Pelosi axaftinek hestiyarî kir û ragihand ku ew ê careke din namzetiya xwe ya ji bo serokatiya meclisa partiyê nedêne.

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi doh bi gotarek hestiyar xatir ji serokê koma partiya xwe xwest.

Pelosi diyar kir ku dema parlementoya nû dest bi erkê kir ew ê ji bo pozîsyona serokatiyê nebe namzed û wiha got:

Dem hatiye ku “nifşek nû” serokatiya koma Partiya Demokrat bike.

Pelosi daxuyakirin ku ew ê wekî parlementer xebatên xwe yên siyasî bidomînin.

Pelosi ji sala 2019’an ve Serokê Meclisa Nûneran e.

Ev erk piştî serok û cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di rêza sêyemîn a herî bilind de tê hesibandin.

Pelosi nêzî 20 sal in di Meclisa Nûneran de serokatiya Koma Demokratan dike.

Partiya Demokrat piraniya xwe ya di Meclisa Nûneran de winda kir.

Di hilbijartina navberê ya 8’ê Midjarê de, Partiya Komarger karî piraniya pêwist ya kursiyan bidest bixe.

Parlemana nû wê di meha Çile de yekem rûniştina xwe li dar bixe û serokê komê yê Partiya Komar, bi gotineke din serokê niha yê hindikayiyan Kevin McCarthy wek serokê nû were hilbijartin.

Tê payîn ku serokê koma nû ya parlamentoyê yê partiya Demokrat bibe endamê Kongresa New York Hakeem Jeffries.

Jeffries ê 52 salî, ger bê hilbijartin wê bibe yekem kesê afro-amarîkî ku serokatiyê ji partiya duyemîn a herî mezin ya li welat re dike.

Tê payîn ku demokrat di 30ê Mijdarê de rêberên xwe hilbijêrin.

Biden: Amerîka deyndarê wê ye

Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê xatirxwestina Nancy Pelosi de daxuyaniyek da.

Biden got; Amerî “deyndarê wê ne.

Di dema alîgirên Trump êrişê avahiya kongresê kirin jî Pelosi “parêzvanekî bihêz yê demokrasiyê bû.”

Back to top button