Asayîşê bazirganekî madeyên hişbir girt

Di encama operasyoneke Hêzên Ewlekariyê Hundirîn de li bajarokê Hezîme yê Reqayê bazirganekî madeyên hişbir hate girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da..

Di daxuyaniyê wiha hate gotin:

“Hêzên Antîteror li bajarokê Hezîme yê Reqayê guman ji kesekî ku madeyên hişbirinê difirotin kirin.

Piştî şopandina tevgera wî gumana li ser hate tesbîtkirin.

Roja Pêşemê ji hêla Hêzên me ve hate girtin û gelek alav û madeyên pê re jî hate destgirtin.

Di lêpirsînê de kesê sûcdar li xwe mikur hat ku madeyên hişbir firotiye..

Li ser vê yekê radestî dozgeriyê hate kirin da ku li gorî qanûnan were darizandin.”

Back to top button