Zelûx Bekir: Metirsî li ser jiyana xelkên Şehbayê heye

Zelûx Bekir Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê destnîşan kir ku armanca dorpêç û êrîşan li ser Şehbayê, şikandina îradeya gel û bindestkirina wan e. 

Girêdayî dorpêça li ser hikûmeta Şamê li ser Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir ji ANF’ê re axivî.

Zelûx Bekir diyar kir ku ji aliyekî ve dewleta Tirk êriş dike û ji aliykî din ve jî Hikûmeta Şamê dorpêçê li dijî Şehbayê pêk tê.

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê destnîşan kir ku jiyana zarok û kesên bi temen mezin di xeteriyê de ye.

Her wiha Zelûx Bekir tekez kir ku gelên herêmê li dijî van polîtîkayan têkoşîneke mezin dimeşînin.

Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Zelûx bal kişand ser pêwîstiya zextên li ser hikûmeta Şamê ji bo rakirina dorpêçê û wiha got

Gelê herêmê bi biryar in ku çi dibe bila bibe, bi polîtîkayên li ser gelê Kurd û projeya Rêveberiya Xweser dazanîn.

Kantona Şehba bêtirî 200 hezar kes lê dijîn, di nav wan de koçberên ji Efrînê jî lê hatine bi cihkirin.

Back to top button