LI NAVENDA EFRÎNÊ TEQÎNEK PÊK HAT HERÎ KÊM 5 KES BIRÎNDAR BÛN

Li navenda bajarê Efrînê teqînek li nêzî avahiyeke çeteyên girêdayî dewleta Tirk pêk hat, di encamê de herî kêm 5 kes birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, îro li navenda bajarê Efrînê li nêzî navenda çeteyên bi navê “Lîwa Miş’il Temo” ku girêdayî çeteyên koma “Sultan Murad” in, motoreke bombebarkirî teqiya.

Navenda çeteyan ku bû hedefa êrîşê berê navenda Gumrikê bû ku li ser rêya navçeya Racoyê ye.

Her wiha di encama teqînê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Herî kêm jî 5 kes birîndar bûne.

 

 

Leave a Reply

Back to top button