DI NAVA 2 ROJAN DE, NÊZÎ 50 ÇETEYÎ LI HESEKÊ Û DÊRA ZORÊ HATIN GIRTIN

Têkoşîna li dijî şaneyên razayî yên hewl didin aramiya herêmê têk bibin, bi hemû hêza xwe dewam dike.
Di nava 2 rojan de, nêzî 50 çeteyên şaneyên razayî yên girêdayî DAIŞ’ê li gundewarên Dêra Zorê û Hesekê hatin girtin.

Bi qasî 50 çeteyên DAIŞ’ê yên din, li ser destê hêzên ewlekarî û leşkerî hatin girtin.

Van çeteyan gelek kirin li dijî sivîlan û ji bo têkbirina ewlekariya herêmê pêk anîne.

Navenda Rahgihandina QSD’ê ragihand ku, 600 şervanên wan operasyoneke taybet li gundê Bo Hemamê yê Dêrazorê pêk anî.

Di encamê de şaneyek razayî ku ji 20 çeteyan pêk dihat, girtin.

Di dema operasyonê de, piştî şerê rû bi rû çeteyek hat kuştin.

Bi van çeteyan re, nasnameyên ewlekarî yên girêdayî DAIŞ’ê jî hatin dîtin.

Her wiha Şervanan dest danîn ser çek û cebilxaneya bi çeteyan re.

Navendê da zanîn ku roja 7 vê mehê çeteyan êrîşî bazara gelerî kir û di encamê de7 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Ragihandina QSD’ê eşkere kir ku, ev şaneya hatiye girtin, êrîş pêk aniye.

Di heman çarçoveyê de, ragihandina Hêzên Asayîşê eşkere kir ku, hêzên wan, bi ser gelek deverên çeteyên DAIŞ’ê li gundewarên Dêrazorê de girtin.

Di encamê de, hêzên Asayîşê, şaneyeke razayî ku ji 4 çeteyan pêk dihat tevî çekên wan girtin.

Beriya du rojan jî Meclisa Leşkerî ya Şedadê ragihand ku, li bajaroka Mergeda ya Hesekê zêdeyî 20 çeteyên şaneyan hatine girtin.

Leave a Reply

Back to top button