Şêx û Rûspiyên Tebqayê: Em dagirkeriya Tirk qebûl nakin û piştgirî didin QSD’ê

Şêx û rûspiyên Tebqayê destnîşan kirin ku gelên Sûriyê hevgirtîne û dê li hember dagirkeriyê parastina xaka xwe bikin.

Şêx û rûspiyên Tebqayê bi navê “Sekna eşîran” ji bo piştgirî bidin QSD’ê li hember gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser dirêjahiya 2 roj çalakiya bi kon li dar xist.

Çalakî îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin : “Dewleta Tirk a dagirker ewlehî û aramiya Sûriyê bi giştî, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet têk dibe, hemû cureyên tundî û binpêkirinan pêk tîne.”

Her wiha ev tişt hat gotin:”Dewleta Tirk a dagirker êriş û topbaranên xwe li ser welatiyan zêde kiriye, herî dawî şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî kir hedef.”

Şêx û rûspiyên di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û dewletên garantor kirin ku bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabin û gefên dewleta Tirk ên bi armaca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê bi dawî bînin.”

Back to top button