Dayikên gerîla ji bo parastina civaka Êzidî bang kir

Dayikên gerîla û şehîdan û Mala Êzidiyan a bajarê Helebê pilanên li ser şengalê şermezar kirin û bang li tevahî gelê Kurd kir ku li dijî siyasetên ku civaka êzidî hedef digirin, bisekinin.

Dayikên gerîla û şehîdan yên navçeya Tirbespiyê di hefteya 11’emîn a çalakiya xwe de, bi daxuyaniyekê banga rêzdariyê li îradeya gelê êzidî kir.

Xaliye Eyûb daxuyanî da, hemû êrişên dijî gelê Kurd û bi taybet gelê êzidî şermezar kirin û got:

Komploya li dijî Şengalê, berdewama komployên berê yên li dijî civaka êzidî û gelê Kurd e.

Xaliye bang li tevahî gelê Kurd kir ku li dijî siyasetên ku civaka êzidî hedef digirin, bisekinin.

Mala Êzidiyan a Helebê lihevkirinên li ser Şengalê şermezar kir

Mala Êzidiyan a bajarê Helebê jî peymana hikûmeta Bexda û Hewlêrê a li ser Şengalê bi daxuyaniyekê, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

Hêzên ku civaka Şengalê di nava destê çeteyan de hiştin, îro lihevkirinekê dikin ku êrîşî Şengalê bikin.

Em bang li civaka navnetewî, hikûmeta Îraqê û Hewlêrê dikin ku bi rêzdarî nêzî îradeya civaka Şengalê bibin.

Back to top button